Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDKê li Kerkûkê beşdarî hilbijartinan nake

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê dezgeha hilbijartinan ê PDKê Xesro Goran amaje bi wê yekê dike ku, PDKê li Kerkûkê beşdarî hilbijartinan nabe.

Berpirsê dezgeha hilbijartinê PDKê Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand ku, li Kerkûkê beşdarî helbijartinên bê ya parlamentoya Iraqê nabin, ji ber ku, PDK daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanî kir bi yek lêstê beşdar bikin, lê ew alî lîstek dirûs nekirin.

Berpirsê dezgeha hilbijartinê PDKê aşkere kir ku, lîsta kandîdan ji hilbijartinên bê re li navçeyên din temam bûye, îro Pênşemê jî radestî komisyonê dikin.

Biryare di 12.5.2018 hilbijartinên parlamentoya Iraqê werin pêkanîn.