Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê Berevaniya Kantona Efrînê: Em nahêlin Efrîn bikeve destê Tirkiyê

 

Dihok-KDP.info- Berpirsê Desteya Berevaniyê ya Kantona Efrînê Behcet Ebdo dibêje, Tirkiye hemû hewlên xwe dide ji bo dagîrkirina Efrînê, lê wê yekê di xewin de jî nabîne.
Ji 20-1-2018ê ve, Artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê êrîş dikin ser herêma Efrînê û sivîl dibin qurbanî wan topbaran û bombebaranên wan, ku îro navenda bajarê Efrînê jî topbaran kirin.

Behcet Ebdo derbarê wan êrîşan taybet ji malpera KDP.info re ragihand: “Gelê Efrînê û gelê Rojava hemû amade ye û bergiriyê li bajarê Efrînê dikin. Bila Tirkiye baş bizanibe ku em Efrînê jidest nadin, ji ber ku Efrîn herêma Kurdan e û dê her ya Kurdan be.”

Ebdo da zanîn ku, “balafirên Tirkiyê cihên xizmetguzariyê û bîrên avê û navenda Heyva Sor a Kurdî li Efrînê kirine hedef ji xwe re. Helbet Tirkiye dixwaze xelkê Efrînê ji bajarê xwe derkevin, lê xelkê me xweragir in û biryar dane ku eger ji birçna bimrin jî, ji bajarê xwe dernekevin. Ji xwe ji ber wê xweragiriyê hêj Tirkiye bustek ji axa Efrînê dagîr nekiriye û bêguman jî dê qehremanên ku qwe dikin qurbanî dê qet nehêlin Efrîn bikeve destê Tirkiyê de.”

Berpirsê Desteya Berevaniyê ya Kantona Efrînê ragihand: “Me gelek çekdar dîl girtine, hevdem ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê 183 welatiyên sivîl şehîd bûne û 450 jî birîndar in. Herwiha me 865 çekdarên Artêşa Azad kuştine. Me 20 tank têk birine û me dest daniye ser 2 tankan. Me 2 balafir xistine, ku yek ji cureyê Skors bû û ya din jî Kobra bû. Herwiha me balafireke sîxwiriyê jî xistiye.”

Hatina şanda Parlamentoya Kurdistanê bo Efrînê pêngaveke girîng e

Derbarê çûna şanda Parlamentoya Kurdistanê bo bajarê Efrînê Behcet Ebdo wiha got: “Hatina wê şandê ku ji hemû aliyên siyasî bû, pêngaveke girîng û dîrok bû. Niha û tevî cudahiyên siyasî, lê em Kurd hemû yek in û dijminê me hemûyan jî yek e. Divê em hemû zanibin ku yê Kurdan li Başûrê Kurdistanê qebûl nake, dê Kurdan li hemû dunyayê qebûl neke.”

Bêdengiya cîhanê li hemberî Efrînê cihê gumanê ye

Ebdo bi tundî rexne li welatên bi bandor û xwedî biryar li cîhanê kir û wiha got: “Amerîka û tevahiya welatên mezin li hember Efrînê çavê xwe girtine. Ev lîstika dunyayê ye li ser serê Kurdan. Mixabin ku cîhan wisa bêdeng e li hemberî Efrînê. Bila ew zanibin ku jibilî mafê xwe em daxwaza tiştekî din nakin. Em daxwaza fedralîzmê dikin, lê ew qebûl nakin.”

Behcet Ebdo ragihand ku wan bi zelalî ji Rûsya re gotine ku nabe ji bo berjewendiyên biçûk ew dest ji Kurdan berdin. Herwiha tenê gelê Kurd dengê xweragiriya Efrînê gihandine hemû cîhanê.