Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê êrîş dikin ser malên Kurdan

Kerkûk-KDP.info- Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê berdewam in li ser avêtina ser malên Kurdan û Kurd jî li wê parêzgehê pir dilgiran bûne.

Cîgirê Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Berdewam çekdarên Heşda Şeibî malên Kurdan dipişkin in, ku dixwazin welatiyên Kurd ji bajarê Kerkûkê bar bikin û ji bo ku Ereban li şûna wan bicîh bikin.”

Piştî dagîrkirina Kerkûk û Xurmatû ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, ew jî bi rêberiya Îranê û balek ji partiyeke Kurdistanî, welatiyên Kurd ji tirsa kuştin û jinavbirina wan, ji navçeyên xwe bar kirin û yên ku mane jî ji aliyê hêzên dagîrker ve gef li wan tê kirin û gelekî dilgiran bûne.

Diyarî Husên wiha got: “Çekdarên Heşda Şeibî davêjin ser malê Kurdan û dibêjin malê we çek û çekdar tê de hene, ku ti rastiyek jî ji gotinên wan re tune ye û wan tometan dixin histê Kurdan ji bi ku Kurdan neçar bikin ji malê xwe bar bikin. Dema ku malê xelkê dipişkinin zêr û pereyên wan didizin.”