Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewlêr ji Fransa re pir girîng e

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian şeva borî gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi vêna jî Fransayê careke din tekez kir ku Hewlêr bo Fransayê girîng e û dixwaze ev paytex bihêz bimîne.

Le Drian, di serdana xwe ya Hewlêrê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Di civînê de peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê û herwiha Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê vê serdanê de Konsulê Berê yê Fransayê li Hewlêrê Frederic Tissot ji Rûdawê re got: “Ev serdan gelekî girîng e, ji ber referandûm û êrîşa ser Kerkûkê li bîra min e. Wê demê Serok Macron ligel hikûmeta Iraqê û Kurdistanê axifî û daxwaz ji wan kir ku çareseriyekê bibînin. Li gor destûrê Herêma Kurdistanê herêmeke Iraqê ye û bêguman divê hemû siyasetmedarên Iraqê rêzê li destûrê bigirin.”

Li gor pisporan, serdana Wezîrê Derve yê Fransayê derencama wê yekê ye ku Rojava di wê baweriyê de ye, Hewlêr wate aramî li Iraqê, loma naxwazin li beramber Bexda û Heşda Şabî, Hewlêreke lawaz li navçeyê hebe.

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngehê Adil Baxewan jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Bi baweriya diplomat û pisporên karûbarên Iraqê, Ewropa bi giştî û Fransa bi taybetî ti çareseriyeke din li ba wan nine ji xeynî normalkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê. Ji ber Bexdaya Heşda Şabî û civaka Sunne hilweşiya ne, bi ti awayekî nikarin garantiya asayîş û aramiyê li Iraqê bidin wek wêya Kurd dikarin bikin û berjewendiyên Ewropayê biparêze.”

Ne cara yekem e ku Jean-Yves Le Drian serdana Hewlêrê bike. Heta niha çendîn carên din hatiye Hewlêrê û di dema şerê dijî DAIŞê de jî hatibû Başûrê Kurdistanê û serdana eniyên şer ên Hêzên Pêşmerge kiribû.

Piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, Le Drian ku bi serdanekê li Hewlêrê bû, ragihandibû ku ew hem di dema şer û hem jî di dema aştiyê de piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin.

Hevdem Fransa û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi xwe di şikandina ambargoya dîplomatîk a ser Hewlêrê de rolekî girîng dîtin. Piştî ferzkirina ambargoyê yekem hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ligel berpirsên derve, li Koşka Serokatiyê ya Fransayê ligel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû.

Rûdaw