Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Avedankirina Şingalê ne di nava pilana Bexdayê de ye

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, Hikûmeta Iraqê bajarê Şingalê nexistina nava pilana xwe de ya ji bo avedankirina bajarên ku ji ber şer wêran bûne, ev yek jî nîşan dide ku çiqasî dijayetiya Şingalê dikin.

Biryar e ji sibe de li welatê Kiweyt kongreyek ji bo avedankirina Iraqê birêve biçe. Di kongreyê de 123 endam û nêzîkî 70 welatên cîhanê dê beşdar bibin.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû cîhan şahid e ku Şingal wêran bûye, lê Hikûmeta Iraqê bi hemû awayekî dijayetiya xelkê Şingalê dike, ew jî ji ber Kurdistanîbûna Şingalê. Min be xwe daxwaza alîkariyê ji Hikûmeta Iraqê kiriye ji bo avedankirina Şingalê, lê wan guh nedaye me.”

Xelîl wiha got: “Me hemû zanyarî li ser Şingalê kom kirine û me ew zanyarî dane parêzgeha Mûsilê û Hikûmeta Iraqê, û me ji wan re diyar kiriye ku pêwîstiya Şingalê bi avedankirinê heye. Lê ew ji ber Kurdistanîbûna Şingalê, wî bajêrî naxin nava proseya avedankirinê de.”

Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Hikûmeta Iraqê xema Şingalê naxwe û duhî Serokwezîrê Iraqê pêşwazî li serokê desteya avedankirina Mûsilê kir û behsa avedankirina Beiac û Tilefer û çend navçeyên din kirin, lê qet beha Şingalê nehat kirin.”