Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Kurd li Kerkûkê nebin yek lîst, em tevlî hilbijartinan nabin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ragihand ku eger hemû Kurd li Kerkûkê bi yek lîstê beşdarî hilbijartinan Iraqê nekin, PDKê li wî bajêrî tevlî hilbijartinan nabe.

Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Em mijûl in bi amadekirina navê berbijêrên xwe ji bo hilbijartinên Iraqê û di çend rojên bê de emê hemû navên xwe pêşkêş bikin. Tenê li Kerkûkê me berbijêrên xwe amade nekirine.”

Goran wiha got: “Me dixwest hemû Kurd li navçeyên Kurdistanî bi yek lîsteyê di hilbijartinan de beşdar bin, lê me nikarîbû bighên rêkeftinê, lê niha Partiya Zehmetkêşan careke hewl dide ku em hemû bi yek lîsteyê beşdar bibin.”

Xesro Goran wiha domand: “Em wek PDKê li ser helwesta xwe ya berê rijd in ku eger Kurd nebin yek lîst, em li Kerkûkê di hilbijartinên de beşdar nabin.”