Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nesredîn Îbrahîm: Civaka navdewletî li hember karesata Efrînê bêdeng e

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Elpartî Nesredîn Îbrahîm dibêje, rewşa Efrînê pir xerab e, nexasim jî rewşa gund û navçeyên ser sînor, lê civaka navdewletî li hemberî wê karesatê bêdeng e.

Nesredîn Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha li Efrînê rewş pir xerb e, nexasim jî li navçeyên ser sînor, ku mixabin civaka navdewletî li hemberî wê karesatê bêdeng e û em ji vê yekê dilgiran in.”

Li gorî amarên Kantona Efrînê, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê û heta niha 196 kesên sivîl şehîd ketine û 400 kes jî birîndar bûne.

Derbarê wê êrîşa ser Efrînê Sekreterê Elpartî ragihand: “Niha pêdviya Efrînê bi hemû dinyayê heye ku bi hewara wê ve biçin û me jî bi fermî nerazîbûna xwe gihandiye Rûsya û Amerîka û welatên Ewropî ku vî şerî rawestînin, lê hemû bêdeng in li hemberî vê karesata ku hatiye serê Efrînê.”

Derbarê çûna şandeke Parlamentoya Kurdistanê bo Efrînê, Îbrahîm got ku hatina wê şandê pêngaveke pîroz û niştîmanî û neteweyî ye û ew yek piştgiriyeke temam e ji bo Rojavayê Kurdistanê.