Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê li ser karê lijneyên taybet ên dabînkirina meaşên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê û herwiha rakirina qedexeya geştên navdewletî yên ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve axivîn û herdu alî hêviyên xwe anîn ziman ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê erênî bibin û rê li çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan vekin.

Di hevdîtinê de ku îro pêncşemê hat pêkanîn, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman behsa beşdarbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Konferansa Avakirina Iraqê de kirin ku biryar e di demeke nêz de li Kuweytê were sazkirin, bi wê hêviyê ku Herêma Kurdistanê jî ji vê derfetê sûdmend bibe û bikare para xwe ji wan alîkarî û projeyan bi dest bixe ku tê çaverê kirin ji bo avakirina Iraqê piştî bidawîbûna şerê dijî terorê, were pêkanîn.

Gotûbêjkirina hilbijartinên dahatû yê Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî, rewşa Iraq û herêmê, qonaxa bidawîanîna DAIŞê li Iraq û Sûriyê, beşeke din a mijarên civînê bûn.