Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Em piştevaniyê dikin li Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman kir. Di hevdîtinê de pêwendiyên her du aliyan, pêşhatên navçeyê û rewşa danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Balyoza Amerîka piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî dupat kir û amaje bi wê da ku welatê wê dixwaze Herêma Kurdistanê bi yek deng û yekgirtî ligel Bexdayê di danûstandinan de berdewam be û zû pirsgirêkên her du aliyan bêne çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ku Herêma Kurdistanê dixwaze li gor destûrê tevahiya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne çareserkirin û niha herêmê erkên xwe yên destûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicih kirine û li benda Bexdayê ne ku erkên xwe cibicî bike, lê hest bi cidîbûna Bexdayê ya çareserkrina pirsgirêkan nekiriye.

Balyozê Amerîka tekezî li ser berdewamiya navbênkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û hêvî xwast bikarin di zûtirîn dem de pêşveçûn di danûstandinan de çê bibe.

Herwiha Balyozê Amerîka pabendbûna welatê xwe bi beşdariya di karên avadankirin û pêşxistina herêmê û navçeyên din ên Iraqê dupat kir û hêvî xwast ku bikarin di konferansa Kiwêtê ya ji bo hevkariya Iraqê de gelek hevkarî dabîn bikin.

Derbarê şerê li dijî terorê de jî, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkariyên dualî kirin û li hemberê Mesrûr Barzanî tekezî li ser berdewamiya herêmê ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir û amaje bi wê kir, ku gefên teroristan li navçê maye û hîn hevkariya hemû aliyan pêşwîst e, lê hevahengiya leşkerî, siyasî û çareserkirina yekcarî ya pirsgirêkan di nava Iraqê de yek pakêc e divê di hemû astan de rewş bê asayîkirin û rêz li mafên destûrî yên hemû pêkhateyan bê girtin, ta zemîna serîhildana tundûtûjiyê nemîne.

Di çarçova hevdîtinê de, Balyozê Amerîkî pêzanîna xwe ji bo rola Pêşmerge di şerê li dijî teroristan de dupat kir û ragihand, hevkariyên Amerîka di warên darayî û rahênankirina Hêz;n Pêşmerge berdewam dibe.