Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Washington Times: Nêçîrvan Barzanî hêjayî xelata Nobel a Aştiyê ye

 

Hewlêr-KDP.info- Rojnameya Waşhington Times a Amerîkayê di babetekê de nivîsiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî bi jîrbûn û dîplomasiya xwe karî rê li şerekî xwînbar li Iraqê bigire, ku dê karesateke mezin a mirovî li pey xwe anîba, her ji ber wê yekê jî hêjayî wergirtina xelata Nobel a Aştiyê ye.

Nivîskar û Lêkoler Rachel Avraham di babetekê de li rojnameya Washington Times a amerîkî û bi navnîşana “Nêçîrvan Barzanî hêjayî xelata Nobel a Aştiyê ye”, amaje bi wê yekê kiriye, ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, piraniya welatan rêz li mafê gelê Kurdan bo cardana (ragihandina) mafê serxwebûnê negirtin, Amerîka hinceta wê yekê girt, ku dema referandumê guncaw nebûye, herwiha aliyên tirk û îranî û sûrî jî li dijî wê xwasteka Kurd bûn, çimku nêrîna wan ew bû ku ew pêngav dê bandorê li kurdên welatên wan jî bike.

Rachel Avraham di babeta xwe de herwiha nivîsandiye, Iraq û Îran heta amade bûn ku ji bo tekezbûna ji wê yekê ku ti dewleteke Kurdî li herêmê çê nabe, şer li dijî Kurd ragihînin, Supaya Pasdaran li gel hêzên Şîe êrişî ser Kerkûkê û navçeyên cihê nakok kirin, geştên esmanî yên navdewletî li ser firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatin rawestandin û dorpêç li ser Kurdan hate sepandin û ji aliyê navdewletî ve jî Kurd hatin paşguhxistin.

Avraham herwiha dibêje, zêdebarî wan bûyerên ku li herêmê çê bûn û êrişî ser deverên Kurdî hat kirin, lê belê Nêçîrvan Barzanî pabendî aştiyê bû û herwiha di wê baweriyê de bû, ku ti tişteke erênî bi rêya şer bi dest nayê.

Nivîskar herwiha di berdewamiya babeta xwe de ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî dît ku xelkê wî ji ber ji dest dana Kerkûkê rastî çi nerihetiyekê bûne û hevdem eger biryara şerekî temam bide, dê çend nerihetî û karesatên din ên mirovî rastî xelkê wî bihên, ji ber wê jî wî şer ranegihand, û li dewsa wê yekê got, eger Ebadî bi rastî destûrê weke xwe cîbicî bike, wê demê serxwebûn tişteke pêwîst nabe, ji ber wê jî encama referandumê cemidand û dest bi civînên li gel serkirdeyên cîhanê kir, daku fişarên zêdetir bixin ser Ebadî, heta ku pabendî destûrê be, lê belê di demekê de ku piştevaniyên bo kurdistaneke serbixwe sînordar bûn, Nêçîrvan Barzanî piştgiriyeke mezin a navdewletî wergirt, bi taybet jî ji bo guvaşxistina ser Ebadî, heta ku bi temamî pabendî destûrê be. Bi wê yekê jî hêdî hêdî rewş ji bo Kurd baştir bû, ew jî ne ji ber wê yekê bû ku Ebadî dixwast, lê belê ew başbûn ji ber dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî bû, ku bû sedem ku Ebadî bi rewşa nû razî bibe.

Nivîskar di dawiya nivîsa xwe de dibêje, arîşe û pirsgirêkên Kurd hêdî hêdî ber bi baştirbûnê ve çûn û bêyî ku xwîna zêdetir birije, bi dawî hatin, ji ber wê jî spas bo dîplomasî û jîrbûna birêz Nêçîrvan Barzanî ku zanî, kengê xwe ji şer biparêze, ji ber wê sedemê jî ew hêjayî xelata Nobel a Aştiyê ye, ku karî rêgirî li şerekî xwînbar bike, ku dê biba sedema zirareke mezin a mirovî li Iraqê.