Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîr: Piştî şêwra ligel partiyên siyasî, emê dema hilbijartinan diyar bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku di civîna îro de dema hilbijartinan nehatiye diyarkirin, lê piştî şêwra ligel aliyên siyasî dem tê destnîşan kirin.

Piştî civîna Serokatiya Parlamento, Hikûmet û Komisyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê yên Herêma Kurdistanê, ya derbarê hilbijartinan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka civînê bersiva rojnamevanan da.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku di civîna îro ya parlamento, hikûmet û komisyonê de dema hilbijartinan nehatiye diyarkirin, lê piştî şêwra ligel aliyên siyasî dê dem were destnîşan kirin.

Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: “Derbarê wan pêngavên ku heta niha avêtine Komisyona Hilbijartinê raporta xwe pêşkêş kir. Parlamentoyê behsa aliyê yasayî kir û hikûmetê jî behsa wan amadekariyan derbarê mijarê de kir. Biryar hat dayîn ligel aliyên siyasî biaxifin û piştre roja hilbijartinê were diyar kirin.”

Derbarê egera hebûna astengiyan li pêşiya hilbijartinên Kurdistanê, Serokwezîr wiha bersiv da: “Tişta min fam kiribe pirsgirêkeke wiha tune ye. Îro em hemû rûniştibûn, kêşeyeke wiha tune ye. Hinek meseleyên teknîkî hene û divê bên çareser kirin. Lê min pirsgirêkeke wiha nedît.”

Derbarê 250 milyar dînarê Bexda û meaş de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Tu pere ji Bexdayê bo meaş ji Hewlêrê re nehatine şandin. Ew pere hatine ser hesabê Liqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.”