Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Darayî: Bexda tu pere bo mûçe neşandine

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Banka Navendî ya Iraqê 250 milyar dînar şandine Liqa Banka Navendî ya Hewlêrê, lê ti peywendiya wê bankeyê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nine û tu pere jî bo dabeşkirina meaş negehiştine wan.

Di daxwiyaniyeke sê xalî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: “Roja Pêncşema borî (25.01.2018) Banka Navendî ya Bexdayê 250 milyar dînar ji Liqa Banka Navendî ya Hewlêrê re şandine. Ti peywendiya wê bankeyê bi Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nine û karê xwe li gor biyara Banka Navendî ya Iraqê dike.”

Di daxwiyaniyê de tê tekez kirin k utu pere ji Bexdayê negehiştine wan bo dabeşkirina meaşê fermanberên Kurdistanê û lijneyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine pêkanîn û li ser karê xwe berdewam in bo çareserkirina pirsgirêkan.

Di xala sêyem a daxwiyaniyê de wiha tê gotin: “Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê hemû aliyekî piştrast dike ku wezaret dê li ser dabeşkirina meaş berdewam be û çi pere ji Bexdayê bên dê ji raya giştî re bê ragehandin.”