Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

NY: Li Efrînê bêhtir ji 15 hezar kesî koçber bûn

Ajans-KDP.info- Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ursula Mueller ragihand ku heta niha zêdeyî 15 hezar kes ji ber êrişên Tirkiyê yên bo ser Eferînê li herêmê malên xwe terikandine.

 

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ursula Mueller ku ji alîkariya mirovahî berpirsyar e, li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) behsa kesên li herêma Efrînê ji neçarî koçber dibin kir.

Ursula Mueller di axaftina xwe ya KENYê de got: “Ji herêma Efrînê zanyarî têne  ku sivîl têne kuştin û birîndar dibin. Heta niha zêdetirî 15 hezar kesan li herêmê ji neçarî malên xwe terik kirine û koçberî cihek din bûne. Li gor agahiyan ji wan nêzîkî hezar kesî çûne Helebê."

Di berdewamiya axaftina xwe de Mueller got jî: “Herwiha agahiyên ku rêveberiya heremî ya li Efrînê rê li ber tevgera sivîlên digre em dibihîsin.”