Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewlêr 4 rêkeftin bi Bexdayê re îmze kirine

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, Hewlêr û Bexdayê rêkeftina vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê îmze kirine.

Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî ku niha bi serdanekê li Amerîka ye, piştî civîna ligel berpirsên bilind ên Amerîkayê li Koşka Spî aşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 rêkeftin ligel Bexdayê îmze kirin û niha ew rêkeftin li ber destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne.

Kerîm Şingalî got jî, yek ji wan rêkeftinan derbarê vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, berpirsên Amerîka piştevaniyê li Herêma Kurdistanê ya yekgirtî û bihêz di nava çarçova Iraq federalî dikin.