Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK-S: Tirkiye li Efrînê şerê miletê Kurd dike

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê ye, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike.

Mihemed Îsmaîl ji K24ê re axivî û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê ye, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike.

Îsmaîl got jî, heger ji destê Tirkiyê bê, dê hewla dagîrkirina Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bike û heger hêlîneke Kurdî li kû derê çê bibe, dê dijayatiya wê bike.

Wî berpirsê PDK-Sê tekezî li ser yekrêziya Kurd kir û diyar kir, heger Kurd di vê qonaxa hestiyar de ne yekêz bin, hemû aliyên nijadperest li dijî wan in. Hêzek bi tena xwe jî nikare berevaniyê di ber mafê gelekî bike. Du hêzên sereke di Rojavayê Kurdistanê de hene ENKS û TEV-DEMê ne û destê ENKSê ji bo yekrêziyê dirêjkirî ye.

Mihemed Îsmaîl got: "Hêza me ya leşkerî li Efrînê tune ye, ku em bibêjin em berevaniyê dikin,lê heger PYD rê daba rêkeftinên me dê niha xortên me tevlî hêzên leşkerî bana, me dikarî berevaniya leşkerî bikira.”