Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi wêne: Sivîl li Efrînê tên kuştin..“Tirkiye bi çekên Napalm êrîş dike”

Hewlêr-KDP.info- Topbaran topxaneyan û bombebaran balafirên Tirkiyê û êrîşa girûpên opozisyona Sûriyê li ser herêma Efrînê ev 9 roj in ku berdewam in û Artêşa Tirkiyê tê tometbarkirin ku bi çekên Napalm.

ji şeva borî ve Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê yên li hember Kilîsê topbaran dikin, lê artêş qet pêş neketiye. Herwiha firokeyên şer ên Tirkiyê bi awayekî berdewam Çiyayê Qestelê yê Efrînê bombebaran dikin.

Li gorî zanyariyên Sky News, ji destpêka êrîşa ser Efrînê, hêj li ser erdê hêzên Tirkiyê û hêzên opozisyonê nikarîne pêşde bên.

Hêzên Sûriyaya Demokrat di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve li eniya Girê Qestelê li xelkê sivîl yê gundê Xelîl dan û di encamê de hejmarek welatî bûn qurbanî.

Herwiha li gundê Kuble jî balafiran li koçberên ereb ên li Efrînê dan û 3 kes kuştin û 4 jî birîndar kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê şeva borî karwaneke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ji bo piştgiriya hêzên ser sînorê Sûriyê gihişte bajarê Kilîsê.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin ku li Efrînê çekekî qedexekirî li dijî sivîlan bikar tîne, ku çekê Napalm e û li ser malperên civakî dîmen û vîdyoyên wê belav kirine.