Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tirkiye dê bacê bide

Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Tevî ku bi fermî navê wê kirine şerê terorîstan, lê di esas de şerê xêzkirina sînoran e li ser bingeha berjewendiyan, bi awayekî ku ti hêzeke navçeyê ji yê din mezintir nebe.

Beriya niha, Iraq û Îran her yekî ji wan di bin armanc û navekî 8 salan şerê şikandina hev kirin. Di encamê de jî herdû ketin bin dorpêçê de û di encamê de Iraq hat rûxandin, ew jî ji ber xewna Sedam Husên ku dixwest bibe rêberê Ereban. Encamên wî şerî li ser Îranê jî nekêmtir bûn ji yên Iraqê.

Erebistana Siûdiyê bi aşkere xwe wek raberê rûbirûbûna hewlên Îranê yên ji bo kontrolkirina navçeyê, nîşan dide. Ew yek bi dilê Amerîka ye jî, ku Siûdiye dixwaze Îran neçar bike serê xwe dabixe û destê xwe ji karûbarê welatên navçeyê vekşîne. Em dikarin bêjin, Îran li ser reftarê wê maye û bi rastî dawiya wê hatiye. Îran divê li siyaseta xwe vegere, lê heta niha li ser erdê destpê nekiriye.

Tirkiye, berdewam e li ser lîstikên xwe ji bo bi destxistina armancên xwe yên taybet. Rast e endam e di Nato de, lê tişta ku dike nakeve berjewendî û pilanên Amerîka de. Lewma jî siyasetên wê li navçeyê heta radeyekê eger bo berjewendiyên demkî û diyarkirî bin jî, lê ligel siyaseta Îran û Rûsiyê pir nêzîk in. Rûsya jî ji gelek karên Tirkiyê dilgiran e, lê xwe bêdeng dike û naxwaze Enqere ji bin destê wê derkeve.

Amerîka jî wek Rûsya lîstikên Tirkiyê nakevin serê wê de, lê heta niha jî kar û reftarên wê qebûl dike, ji ber ku ji aliyekî naxwaze Tirkiye ji destê wê biçe û ji aliyê din ve jî naxwze pirsên mîna Reza Zereb û Fethula Gulen û girîngîdana bi welatên rojava, daxwazên Tirkiyê cîbicî bike, ku Tirkiyê jî zêdetir di vî warî de qels e.

Ew zimanê zivir ê ku Serokomarê Tikriyê li hemberî Amerîka bikar tîne, ku jê heq dernakeve, nedûr e Tirkiye û bi taybetî jî AKPê baca wê bide. Di vê rewşa niha de, dibe ku Amerîka heta radeyeke sînordar çavê xwe li hemberî karên Tirkiyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê bigre, ew jê ji bo ku ji hevpeymaniya Îran û Rûsiyê dûr bikeve. Amerîka dizane Tirkiye bi wê êrîşa xwe ya li ser Efrînê kar ligel Îranê dike, ku dixwaze artêşa Sûriyê vegere Efrîne, ku ev yek jî li dijî hewlên Amerîka ye li Sûriyê.

Di nava van bûyeran de, ez bawer nakim di qonaxa bê de, ne Îran û ne jî Tirkiyê wek xwe bimînin û ew deskariya ku dê di sînoran de dê were kirin, ew herdû welat jê dûr bin. Nexasim jî hindurê wan dikelin û giriftên wan gelekî pir in û wisa bê ziyan jê dernakevin.

Tişta ku hiştiye heta niha guhertina sînorên Îran û Tirkiyê paş bikeve, ew e ku wek welatên erebî herdû agir ji xwe dûr dikin, lê pilana guhertina sînorên wan hatiye danîn û dê bahoz bighê wan jî.

Tirkiye û Îran ji tirsa wê bahozê destê xwe dane hev ji bo ku li ber neçin, lê em baş dizanin çiqasî dijberî hev in û tifaqa wan tune ye.

Amerîka û hevpeymanên wê nabe êdî bi hênceta aramiya navçeyê ku bu xwe di şer de ye, ji derketina dewleteke nû bitirsin, ku ew dewlet dê navkokiyên dîrokî yên navçeyê ber bi aramiyê ve bibin û dê xizmeteke mezin bighîne cîhana azad.