Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mana Kurdistanê di nava zindana Iraqê de

Meha borî televîzyona Rûdawê hevpeyvînek ligel serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî kir, vê hevpeyvînê jî gelek pirsyar û axaftin û gotin li pey xwe anîn, ku pirsyara herî diyar ev e: Gelo çi cudahî di navbera Nûrî Malikî û Heyder Ebadî de heye? Bi wê wateyê, ku ma duhî we nedigot: Malikî pereyên Kurdistanê û fermanberên wê qût kir û berê hêzên xwe da Kurdistanê ji bo ku dagîr bike.

Baş e çi bûye ku dîsa em destê xwe bidin Malikî û Partiya Dewa û hevpeymaniyê ligel wan bikin? Sedema derketina vê pirsyarê jî vedgere bo rewşa siyasî ya ku li Kurdistanê heye, ku ew girûpa bûye sedema karesata 16ê Cotmehê û dagîrkirina nîvê axa Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî ve, dixwazin ji xelkê re bêjin eger rêkeftina me ligel Ebadî li Kerkûkê xiyanet e, ma gelo amadehiya ji diyalog û gotûbêja ligel Nûrî Malikî çi ye? Gelo cudahî di navbera Ebadî û Ebadî de heye? Lê bersiv li cem xelkê dilsoz ew e ku, ti cudahî di navbera Ebadî û Malikî de tune ye û herdu wek hev in.

Eger em kûrtir biçin nava bersiva wê pirsyarê, dê ji wê bersivê zêdetir nekeve destê me de û dê ji me re piştrast jî bibe ku ne tenê cudahî di navbera Ebadî û Malikî de tune ye, lê belê cudahî di navbera wan herdû kesan û tevahiya serkirdeyên siyasî yên Şîeyan û fermandarên Heşda Şeibî de tune ye, ew jî dema em behsa Kurdan û Kurdistanê û mafên xwe yên destûrî dikin, ku nêrîna hemûyan li ser Kurdistanê yek e.

Ev bawerî ev 10 sal in ku li cem serkirdatiya siyasî û ya Kurdistanê bi giştî û kesê Serok Barzanî bi taybetî bûye rastiyek, ku êdî qet Kurd nabin beşek ji rêjîmeke dîktator û navendî ku biryara li ser Kurdistanê feriz bike û ji xwe em zanin jî ku di referandumê de 93 % ji xelkê Kurdistanê dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.

Ew bûyerên ku negelekî dûr in û tên bîra me hemûyan, bersiveke pir baş in ji wê pirsa ku dibêje: Gelo Malikî baş e yan Ebadî? Bêguman ew bûyer dibêjin: Di destpêka sala 2012ê de Nûrî Malikî ber bi siyaseta şîegeriyê û dîktakoriyê ve çû. Serok Barzanî jî di Newroza wê salê de ji cîhanê re got: Emê ji bo çarenivîsa xwe vegerin bo gelê xwe û dê biryara wan a dawî be.

Lê ji ber ku wê demê hilbijartina serokatiya Amerîka nêzîk bû
û Obama bi xwe daketibû, lewma jî wê mijarê gelekî cihê xwe
negirt û di dema îdareya duyem a Obama de rewşa Iraqê hat
guhertin û rewşa Sûriyê jî wêran bû û îdareya Obama nizanîbû rewşê çawa birêve bibe. Siyaseta Amerîka li Iraqê rastî rawestandineke mezin bibû, piştre jî îdareya Obama gihîşt wê baweriyê ku sedema serhildana DAIŞê da sala 2014ê de ji ber siyaseta şîegeriyê û dîktatoriya Malikî bû. Lewma jî Amerîka di sala 2014ê de tevî ku Malikî di hilbijartinan de bi ser ket, lê Amerîka rijd bû ku Malikî nebe serokwezîrê Iraqê.

Heyder Ebadî bû serokwezîrê Iraqê. Di dema serokatiya Ebadî û şerê li dijî DAIŞê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ketin qonaxeke dîrokî de. Giringtirîn xalên wan pêwendiyan jî ev in:

1- Hikûmeta Iraqê bi fermî îtîraf kir bi destûrîbûna derxistina
petrolê û hinardekirina wê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve.
Herwiha bi fermî îtîraf kir bi boriya petrola Kurdistanê ya ku
diçe Tirkiyê û razî bû ku Kurdistan petrolê bifroşe.


2- Di yasaya budceya sala 2015ê de, hatibû nivîsandin ku Hewlêr û Bexda her aliyek ji wan eger pêbendî yasayê û rêkeftina petrolê nebe, aliyê din dikare ji rêkeftinê vekşe.


3- Derbarî Hêzên Pêşmerge, Hikûmeta Iraqê razî bû ku Hêzên Pêşmerge wek beşek ji sîstema bergiriyê ya Iraqê nas bike û razî jî bû ku çek ji Hêzên Pêşmerge re bên şandin, lê bi mercekê ku ew çek bi rêya Bexdayê bên şandin.


4- Li ser asta serbazî, Hikûmeta Iraqê rêkeftinên serbazî ligel
Hêzên Pêşmerge kir, bi taybetî jî di şerê Mûsilê de.


5- Sala 2015ê di dema serdana şanda Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî bo Amerîka û civîna wan ligel Koşka Spî, wê şandê bi aşkere ligel Obama behsa serxwebûna Kurdistanê kirbû, lê ew biryar hatibû girêdan bi dawîhatina şerê DAIŞê.


6- Di Hizêrana sala 2017ê de şerê bajarê Mûsilê bi dawî hat,
lewma jî serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê biryar da ku
referandumê bike û roja 25ê Îlonê hat destnîşankirin.

Ev hemû guhertinên di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de çêbûn, cihê razîbûna Hikûmeta Iraqê û tevahiya civaka navdewletî û hevpeymaniya li dijî DAIŞê bûn, lê piştî ku şerê DAIŞê bi dawî bû, Nûnerê Serokê Amerîka bo şerê li dijî DAIŞê Birêt Mekgork xiyanet li Kurdistanê kir û dijayetiya xwe bo referanduma Kurdistanê ragihand.

Ew dijayetî jî di astekê de bû ku wisa diyar bû îdareya Amerîka gilopa kesk ji hikûmeta Ebadî û Tirkiye û Îranê re vêxistiye, ku dijayetiya Kurdistanê bikin û hikûmeta wê biroxînin. Ji vê zêdetir jî Makgork alîkarî kir ji bo ku girûpa xwefiroş a 16ê Cotmehê ligel Sulêmanî lihev bikin û fermanê li Pêşmerge bikin ku ji Kerkûkê vekşin û navçeyên Kurdistanî bikevin bi dagîrkeriya milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê, ku bi vê yekê jî careke din Kurdistan xistin nava zindana Iraqê de.

Em li vir dikarin bêjin: Sala 2009ê Nûrî Malikî hewl da ku bi riya Hêza Dîcle Xaniqîn û Kerkûk dagîr bike, lê wê demê bi
şandina Hêzên Pêşmerge bo wan navçeyan û bi navbeynkariya Amerîka, tişta ku îro Ebadî kir, wê demê Malikî nikarîbû bike. Lewma jî em dikarin bêjin cudahiya di navbera Ebadî û Malikî û her kesekî din ji erebên Sûne yan Şîe, ew e ku pêwîst e ew kes berdewam di bin çavdêrî û guvaşa hêzeke mezin mîna Amerîka de be. Eger ew çavdêrî û guvaş eger nema, her kesek ku deselatdar be li Iraqê dê li hemberî Kurdan û Kurdistanê her navê wî Sedam yan Malikî yan Ebadî be.