Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Divê êrîşa ser Efrînê bê rawestandin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir û tê de got ku pêwîst e ew êrîş bê rawestandin da ku encamên xerab dernekevin.

Serok Barzanî di peyama xwe de nîgeraniya xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê aniye ziman û daxwaz kiriye, ew êriş bên sekinandin û arîşe û alozî bi diyalogê bên çareserkirin.

Têksta peyamê:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi êrîş û bordûmanên artêşa Tirkiyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û canjidestdan û qurbanîbûna xelkên sivîl li wî bajarî em gelekî dilgiran kirine.

Hêvîdar im di zûtirîn dem de ew êrîş bê rawestandin û canê welatiyan bê parastin û ji rewşa niha firehtir nebe û karesat û encamên xirab jê çênebin.

Li gorî hemû ezmûnên navçeyê, bi şer û tundiyê kirîz û kêşe kûrtir û berfirehtir dibin. Baştirîn rê ew e bi awayên aştyane kirîz û kêşeyên navçeyê bên çarekirin.

Mesûd Barzanî

22-1-2018”