Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ye

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hevdîtinên fermî yên diplomasî piştî Bexdayê, seredana Tehranê kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Belafirxaneya Imam Xûmeynî ji alî nûnerên Îranê ve hate pêşwazîkirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe li Îranê, dê babetên herêmî, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û pêwedniyên du alî ligel nûnerên Îranê gotûbêj bike.

Di seredana Serokwezîr de, herweha Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî û Serokê Diwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî cîh digrin û dê sibe hevdîtinên wan ligel berpirsên Îranê destpê bikin.