Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî sibe diçe Îranê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê sibe serdana Tehranê bike.

Konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê serdana Îranê dike.

Di daxwiyaniya Konsulxaneya Îranê de wiha tê gotin: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek berdewamiya hewlên dîplomatîk û gotûbêj ligel welatên din li ser pirsên siyasî, aborî, ewlekarî û kulturî serdana Tehranê dike û roja 21.01.2018 ligel berpirsên Îranî dicive.”

Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê ti hûrgiliyên din derbarê armanc û mijarên gotûbêjên çaverêkirî di navbera Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Îranê, aşkere nekiriye û Hikûmeta Kurdistanê jî derbarê wê yekê de ti zanyarî belav nekiriye.