Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Em piştgiriyê li diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo şerê li dijî DAIŞê Bertt McGurk û şandeke li gel wî civiyan.

Êvara çarşemê 17ê Çileya 2018an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo şerê li dijî DAIŞê Bertt McGurk û Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Endriyo Pîk û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda li gel wan kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji ber kêmbûna aloziyan û dîdar û civînên erênî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan dan û hêviya xwe anîn ziman ku civîn berdewam bibin.

Şanda mêvan piştgiriya xwe ji bo pêngav û gotûbêjên cidî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û tekezî li ser pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û berdewambûna alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevî spasiya rola hevpeymanan ku salên derbasbûyî bi serokatiya Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de roleke mezin lîstibû, diyar kiriye, ku bi pêwîstî dibîne ku hevpeymanan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, handana Hewlêr û Bexdayê bidomînin.

Li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwendî û diyalogên cidî di navbera hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de heye û hewldana hemû aliyan heye ku hilbijartin werin kirin.