Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK dê li Şingal û Neynewa beşdarî hilbijartinan bibe

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran aşkere kir ku PDKê li sînorê parêzgeha Neynewa dê di hilbijartinên Iraqê de beşdar be û biryara baykotê tenê li herdû parêzgehên Kerkûk û Selahedîn e.

Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Me biryara baykotkirina hilbijartinên Iraqê tenê li herdû parêzgehên Kerkûk û Selahedîn daye û emê li sînorê parêzgeha Neynewa beşdar bin di wan hilbijartinan de, ku heta niha me biryara baykotê ji bo wê parêzgehê nedaye û emê li qezayên Şingal û Mexmûrê jî beşdar bin di hilbijartinan de.”

Biryar e roja 12-5-2018 hilbijartinên Iraqê birêve biçin. Di hilbijartinên sala 2014ê de, li parêzgeha Neynewa Kurdan 8 kursî bi destve anîn, ku 6 ji wan ên PDKê bûn.

Xesro Goran derbarê wan dengan wiha got: “Piraniya xelkê Kurd li parêzgeha Neynewa koçberî Herêma Kurdistanî bûne û dê dagîrkirina navçeyên wan bandorekê li dengê wan neke.”

PDKê jî biryar daye ku wan hilbijartinan de li herdû parêzgehên Kerkûk û Selahedîn beşdar nebe û dibêje em rewatiyê nadin wê dagîrkeriya ku li wir heye.