Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bexda bi sedan milyon dolarên xelkê Kerkûkê xwariye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî pilebilind li parêzgeha Kerkûkê aşkere dike ku Hikûmeta Iraqê tenê di nava 4 salên borî de bi sedan milyon dolarên xelkê Kerkûkê xwariye.

Serokê Koma Brayetî di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Kemal ji malpera KDP.info re tekez kir ku Hikûmeta Iraqê ji bo karûbarên Kerkûkê nêrîna deselatên Kerkûkê wernegirtiye û Kerkûk bi temamî hatiye bêparkirin.

Mihemed Kemal ragihand: “Ji sala 2014ê ve û heta niha Hikûmeta Iraqê nêzîkî 2 milyar dolarên xelkê Kerkûkê biriye, ku ji pereyên petrodolaran e, heta niha jê ew pere nedaye.”

Li gorî destûrê Iraqê, ew parêzgehên ku xwedî petrol in, divê budceyê wan hebe bi navê petrodolar û ew pere ji parêzgehê re bê şandin.

Li gorî Kemal, dema Hikûmeta Kurdistanê petrola Kerkûkê difrot, pêbend dibû bi rêkeftinên ligel rêveberiya Kerkûkê û her meh 10 milyon dolar ji pereyê petrolê dida parêzgeha Kerkûkê. Lê Bexda tenê 1 dolar nedaye Kerkûkê û em nizanin Bexda çiqas petrola Kerkûkê firoştiye.