Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa Kerkûkê pir xerab e û proseya bi şîekirin û bi erebkirinê berdewam e

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Ednan Kerkûkî ragihand ku rewşa Kerkûkê pir xerab e û roj bi roj xerabtir jî dibe, proseya bi şîekirin û bi erebkirinê jî berdewam e û herwiha êrîş dikin ser malên Kurdan, ku kêm maye rewşa Kerkûkê wek a Bexdayê lê bê.

Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Berdewam petrola Kerkûkê bi riya tenkeran tê firoştin, ku diçe Silêmaniyê û ji wir jî diçe parzûngeha Kirmaşan. Ew kar bi rêya deselatên Kerkûkê û wê girûpa 16ê Cotmehê ya ku xiyanet li Kerkûkê kir, tê kirin, lê rêjeyeke kêm ji pereyên wê dighên wê girûpê û pereyên mayê jî dighên Heşda Şeibî. Rojane 260 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê diçin Îranê û hêjî rojane zêde dike.”

Kerkûkî ragihand ku rewşa Kerkûkê pir xerab e û roj bi roj xerabtir jî dibe, proseya bi şîekirin û bi erebkirinê jî berdewam e û herwiha êrîş dikin ser malên Kurdan, ku kêm maye rewşa Kerkûkê wek a Bexdayê lê bê, ji ber ku xelkê Kerkûkê ji Hikûmeta Iraqê re nexem e û rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê nebaş e. Em wek PDKê naçin Kerkûkê heta deselata serbazî li ser hakim be.”