Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Fransa: Em piştgiriya mafên destûrî yên Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Domînîk Mas di civîna xwe de ligel şandeke PDKê ragihand ku welatê wî piştgiriyê li daxwazî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.

Şandeke Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê serdana Konsulxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê kir û ji aliyê Domînîk Mas ve hat pêşwazîkirin.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweyî di wê hevdîtinê de spasiya Fransa kir ku di wexteke dijwar de alîkariya Kurdistanê kiriye û herwiha behsa rewşa Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên bê yên Iraqê kir, ku PDKê hewl dide ji bo avakirina hevpeymaniyeke hevbeş di navbera partiyên Kurdistanî de di wan hilbijartinan de, lê mixabin partiyên din li berjewendiyên xwe digerin û ew yek pêk nehat.

Ji aliyê xwe ve, Domînîk Mas got ku welatê wî daxwaz ji herdû hikûmetên Hewlêr û Bexdayê kir ku pirsgirêkên xwe di çarçoveya destûrê Iraqê de çareser bikin û ji şer dûr bikevin. Herwiha Mas piştgiriya welatên xwe ji bo daxwazî û mafên destûrî ragihand û tekez kir ku ewê berdewam bin li ser hewlên xwe ji bo jihev nêzîkirina Hewlêr û Bexda û rûniştina wan li ser maseya diyalogê û tenê pirsgirêk bi vê riyê çareser dibin.