Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Bi civîna Nêçîrvan Barzanî û Papa, dê guhertin di îdareya Deşta Mûsilê de çêbibin”

 

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Giştî yê Karûbarê Xiristyanan di Wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalid Elbêr ragihand ku serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Vatîkanê pir girîng bû û bi civîna wî ligel qedaseta Papayê Vatîkan dê guhertin di îdareya Deşta Neynewa de çêbibin.

Xalid Elbêr ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana cenabê serokê hikûmetê, di vê rewşa dijwar a Hikûmeta Kurdistanê de, pir girîng bû, ji ber ku Papa spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser pêşwaziya koçberan nexasim jî koçberên Xiristyan, ku ew Xiristyan bi azadî erkên xwe yên olî bicîh tînin.”

Elbêr wiha got: “Me raporek li ser wan tawanên ku Heşda Şeibî li hemberî Xiristiyanan dike, dabû Nêçîrvan Barzanî û wî jî daye Papa, lewma jî piştî wê serdanê û li gorî zanyariyên me, guhertin di îdareya Deşta Neynewa de çêdibe.”