Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tawanên Heşda Şeibî li Xurmatû dê dibin Dadgeha Lahay

Xurmatû-KDP.info- Rêveberê Asayişa Xurmatû Eqîd Kawe Mela Perwêz dibêje, hejmareke parêzerên Kurd dê tawanên Heşda Şeibî li Xurmatû bibin dadgeha Navdewletî ya Lahay.

Piştî dagîrkirina Kerkûk û Xurmatû ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ve, wan çekdarên Heşda Şeibî tawanîn li dijî mirovayetiyê li Xurmatû li dijî Kurdan kirin, Kurd kuştin û malê wan şewitandin û teqandin, niha jî Hikûmeta Iraqê hêzek ji artêşa Iraqê aniye Xurmatû.

Rêveberê Asayişa Xurmatû ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê hêzek aniye Xurmatû ji bo ku li ser tawanên Heşda Şeibî veşêre û karên wan ên kirêt xuya nekin, lê çekdarên Heşda Şeibî ya Turkmanî hêj li Xurmatû ne û jê venakşin.”

Eqîd Kawe Mela Perwêz wiha got: “Bi hatina wê hêzê bo Xurmatû Kurd venagerin bajêr û heta hêzên asayişê yên Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge venegerin Kurd nikarin vegerin wir, yan jî divê Neteweyên Yekbûyî serperiştiya wan hêzên li Xurmatû bike, ji ber ku Heşda Şeibî li dijî Kurdan hemû awayên tawanan kiriye.”

Perwêz wiha got: “Hejmareke parêzerên xwebexiş li welatan belgeyên tawanên pêwîst amade kirine, ji bo ku tawanên Heşda Şeibî bighînin Dadgeha Lahay û li wir gotûbêj li ser bê kirin, ji ber ku Hikûmeta Iraqê li hemberî wan tawanan bêdeng e.”