Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa navçeyên Kurdistanî baş nebe dê Kurd nikaribin dengê xwe bidin

Mûsil-KDP.info- Berpirsê Şaxa Mûsilê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê Seidî Cerdo ragihand li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kêşe ji dengderên Kurd û pêkhateyên din ên wan navçeyan re tên çêkirin û eger rewş neyê normalkirin dê Kurd nikaribin dengê xwe di hilbijartinan de bidin.

Seidî Cerdo ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger hilbijartinên Iraqê di dema xwe de birêve biçin û rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 neyê normalkirin dê bandoreke xerab li ser wê proseyê bike û dê xelk nikaribin bi azadî dengê xwe bidin û dê destêwerdan di hilbijartinan de bê kirin û dê xelk bên neçarkirin ku dengê xwe bidin kîja berbijêrî.”

Cerdo wiha got: “Divê rewşa van navçeyan bê normalkirin. Ji ber ku girûpên Heşda Şeibî pirsgirêkan ji welatiyan re derdixin û eger Hêzên Pêşmerge neçin Deşa Neynewa dê hilbijartin bi sexte birêve biçin.”