Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Biro: ENKSê dê weke nûnerê Rojava di Soçiyê de beşdar bibe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Nûnerê ENKSê di Kongreya Cenêv de Îbrahîm Biro ragihand ku biryar e di dawiya vê mehê de kongreya Soçiyê bo çareserkirina kirîza Sûriyê bê lidarxistin, ku ENKSê jî dê wek nûnerê Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar bibe û PYD jî beşdar nabe.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha 2 caran Kongreyê Soçiyê hatiye paşxistin û PYD jî berdewam pesnê wê kongreyê dida û digot dê 150 kes ji me tê de beşdar bibin, lê piştre aşkere bû ku ew tê de beşdar nabin û Tirkiye û Îran û Rûsya ji vê yekê razî ne. Me jî wek ENKSê Rûsya û Tirkiyê dîtiye û me ji wan re gotiye Eger Neteweyên Yekbûyî û aliyên opozîsyonê di kongreyê de beşdar bin, em jî amade ne beşdar bin. Rûsya jî tekez kir ku ew kongre bê beşdariya ENKSê dê bêencam be û seqet be. Em jî niha li hêviya biryara Neteweyên Yekbûyî ne ji bo ku kongreya Soçiyê rewatiyê werbigre.”

Biro wiha got: “Biryar e 29 û 30ê vê mehê Kongreyê Soçiyê birêve biçe û Serokê Rûsya Vladîmêr Pûtîn bi xwe serperiştiya wê dike û bi nêrîna wî ew kongre dikare kirîza Sûriyê çareser bike, ku li wir pirsa hilbijartinan û destûr bên yekalîkirin û ji Kongreya Cenêv re bên şandin.”

Li gorî Biro, ENKSê dê weke nûnerê sereke yê Rojavayê Kurdistanê di Kongreya Soçiyê de beşdar bibe, ku 1500 heta 2000 hezar kes dê di kongre de beşdar bibin.