Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Beljîka ji ber Kurdistanê ji Bexdayê dilgiran e

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî dibêje, Wezîrê Bergiriyê yê Beljîjka dixwest serdana Hewlêrê bike, lê Bexda rê neda wî.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Sîvin Vandepot Wezîrê Bergiriyê yê Beljîka dixwest serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike da ku serdana hêzên xwe li wir bike, lê Hikûmeta Iraqê rê nedayê wê serdanê bike, lewma jî ew serdan hat hilweşandin.”

Dilawer Ajgeyî wiha got: “Piştî wê helwesta Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Beêjîka dilgiran bûye û amrazeke dîplomatîk giran bikar aniye, ku balyozê Iraqê gazî kirine ji bo Wezareta Derve ya Beljîka ji bo ku zelalkirinekê li ser wê helwêstê bide.”

Ajgeyî tekez kir ku ji ber wî helwestê Bexda, karvedaneke mezin di nava medyayên Beljîja de derketiye û beriya niha jî Wezîrê Derve yê Almanya jî dixwest serdana Kurdistanê bike lê Bexda rê nedabû wî jî.