Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Papa spasiya Kurdistanê kir û doayan jê re dike

Hewlêr-KDP.info- Papayê Vatîkanê, Papa Francis di hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di rewş û şertûmercên xirab de mêvandariya awareyan bi giştî û awareyên Kirîstiyan bi taybetî kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdanekê li Ewropayê ye, duhî Îna 12ê Çileya 2018 li Vatîkanê ji aliyê Papa Francis ve hat pêşwazîkirin.

Di civîneke du alî de Qedaseta Papa spasiya vê serdanê kir û kêfxweşiya xwe bi hevîdtin û civîna dubare ya li gel Nêçîrvan Barzanî anî ziman. Spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, li hember wê mêvandariya ku li awareyan bi giştî û bi taybetî li kirîstiyanan kir, ku di encama şerê terorîstên DAIŞê û bûyerên din de koçberî Herêma Kurdistanê bibûn.

Papa Francis ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye: “Ez hêvî dikim ew pêkvejiyan û aştî û tifaqa ku li Herêma Kurdistanê heye, bo hetahetayê berdewam be. Hemû arîşe û girift bi rêya diyalog û aştî û têgihîştina ji hev bihêne çareserkirin. Herwiha hêviya seqamgîrî û aştiyê ji xelkê navçeyê û bi taybetî Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê re xwast û got, ez doayan bo we dikim, ji bo ku serkevtî bin û li ser tifaq û pêkvejiyanê berdewam bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe li hember serdana dubare û hevdîtina li gel Papa Francis anî ziman û piştre ji Papa re behsa rewşa deverê û rewşa niha ya deverê û pêşhatên siyasî û aborî yên li Herêma Kurdistanê kir, û ji wan jî behsa serkevtina bi ser DAIŞê de, pirsgirêkên li gel Bexdayê, bûyerên din ku bûne sedema awarebûna piraniya wan awareyên ku vegeriyabûn navçeyên xwe û cardin berê xwe dan Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hêvî kir, ku qedaseta Papa bi pêgeha xwe di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê de rola xwe bilîze û da zanîn, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarî wê rewşa zehmet, lê belê derî û dilê wê ji bo pêşwazîkirina li awareyan vekirî bûye û bi ciddî jî hewl daye ku xwuşk û birayên Kirîstiyan vegerin cihên xw eû li gel dêrên li Herêma Kurdistanê jî hewl dane, ku civaka Kirîstiyan welat neterikînin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihandiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser parastina wê tifaq û pêkvejiyana pêkhateyan ku beşeke giring a koltora Herêma Kurdistanê ye.

Her duhî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin civiya û di vê civînê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa hewlên ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de jî kir.

Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin jî spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, ku alîkariya aware û koçberan û bi taybet jî awareyên Kirîstiyan kirine. Pietro Parolin herwiha hêvî kir, ku hemû arîşe û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û ji hev têgihîştinê werin çareserkirin.