Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kanada: Pêwîst e Bexda rêzê li mafên gelê Kurdistanê bigre


Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê, Berpirsa Siyasî ya Balyozxaneya Kanada Zeyneb Alîafa ragihand ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê rêzê li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bigre.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî pêşwazî li Berpirsa Siyasî ya Balyozxaneya Kanada li Iraq û Kiweyt Zeyneb Alîafa kir.

Di wê hevdîtinê de Hoşyar Sîweylî bi navê Rêveberiya PDKê û gelê Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Kanada kir li ser alîkarî û piştevaniyên wê ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û behsa bûyerên çend mehên borî kir û got ku gelê Kurdistanê biryara referandumê da ji ber ku Hikûmeta Iraqê pêbend nebû bi destûr û berdewam wî destûrî binpê dike, ku referandum jî mafekî rewa yê hemû gelan e û bêguman gelê Kurdistanê jî di proseyeke demokrasî de biryar li çarenivîs û paşeroja xwe daye, lê mixabin Hikûmeta Iraqê bi hêzên serbazî û bi piştevaniya derve û cîhanê bersiva me da, ku hemû cîhan jî li hemberî wan binpêkirinên Bexdayê bêdeng ma û niha jî Bexda gelê Kurdistanê ceza dike û li navçeyên Kurdistanî tawanên li dijî mirovayetiyê encam didin, nexasim jî li Xurmatû, ku hêzeke neiraqî hatiye avakirin û bi hemû awayekî alîkariya wê tê kirin û ew hêz jî binpêkirinan dike.

Wî berpirsê PDKê daxwaz ji hemû cîhana azad kir ku helwêstê xwe li hemberî wan karên nedestûrî û wan binpêkirinên ku bûne cihê karesatan, nîşan bidin, ji ber ku Hikûmeta Iraqê bi wan karên xwe navçeyê ber bi girifteke dûrûdirêj û karesatên zêdetir dibe.

Ji aliyê xwe ve, Zeyneb Alîafa tekez kir ku welatê wê piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dike û ragihand ku Kanada dê berdewam be li ser alîkariyên xwe û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Kurdistanê bi danûstandin çareser bike.

Alîafa wiha got: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê di çarçoveya destûr de kar ligel Kurdistanê bike û ligel Hikûmeta Kurdistanê bighên rêkeftinekê. Herwiha pêwîst e Bexda rêzê li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bigre, ji ber ku berdewambûna vê rewşê nakeve berjewendiya ti aliyekî de û ev rewş aloziyan zêdetir dike, lewma jî em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem ew nakokî bidawî bibin.”