Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dizeyî: Ebadî sozên xwe bicî nayne û dubarekirina gotinan li cem wî bûye modêl

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbara daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li hemberî Herêma Kurdistanê, ragihand ku, Ebadî sozên xwe bicî nake û dubarekirina gotinan li cem wî bûye modêl.

Sefîn Dizeyî ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan re got: "Daxuyaniyên birêz serokwezîrê Iraqê bûne modeyek heftane û berdewam heman tişt dubare dike û em bi wan daxuyaniyan negihane ti encamekê. Tenê bi gotin û daxuyaniyên rojnamevanî û sozên nebicîkirî, ti kêşe çareser nabe. Eger bi rastî niyeta çareseriyê li cem Hikûmeta Iraqê heye, fermû bila be li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêjke ciddî bike û li gorî destûrê kêşeyan çare bikin, daku em bigehên encamekê ji bo berjewendiya hemû Iraq û Herêma Kurdistanê. Bi hêvî me ji niha û pêve em ji qonaxa daxuyaniyên rojnamevanî derkevin û derbasî qonax û gavên piraktîkî bibin".

Dizeyî got: "Ji dema ku Ebadî behsa şandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistan kiriye, heya niha ti gavek piraktîkî nehatiye avêtin, tevî ku lîsta bi navên fermanberên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê jî ji bo Bexdayê hatiye şandin, lê ti mûçe heya niha nehatiye şandin".

Herweha got: "Ew tiştê niha ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, beramberî welatiyên Herêma Kurdistanê dike, ji bilî sizadana bi kom ya gelê Kurdistan ti navekî din lê nayê kirin, welatiyên Kurdistan baş vê rastiyê nas dikin".

Dizeyî got jî: "Ew hejmarên Ebadî derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û dahatên wê radigehînin, bi temamî şaş in û di çend rojên dahatî de, dema ku kompanya cîhanî (Dîloyt) bi hûrbînî, hejmarên rast belav bike, wê demê wê rastî zelal bibe".