Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîranî: Rewş hesas e û pêwîst e Bexda bi jîrî pirsgirêkan çareser bike

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di civîna ligel şandeke Konsulxaneya Almanya de ragihand ku Iraq di rewşeke hesas û hestiyar de derbas dibe û pêwîst e Bexda bi jîrî pirsgirêkan çareser bike.

Îro li avahiya Polîtburoya PDKê, Fazil Mîranî pêşwazê li Cîgira Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê Hêlêna Mêrks kir.

Di wê civînê de Mîranî li ser alîkarî û piştevaniyên Almanya ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, spasiya gel û hikûmeta Almanya kir.

Mîranî behsa rewşa Kurdistan û Iraqê kir û ragihand ku Iraq di rewşeke hesas û hestiyar de derbas dibe û pêwîst e Bexda bi jîrî pirsgirêkan çareser bike.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan piştevaniya gel û hikûmeta Almanya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku welatê wan dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê di hemû waran de û hêvî jî xwest ku Hewlêr û Bexda zû bighên çareseriyek û encameke baş.