Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Di hilbijartinên Iraqê de, hevpeymaniya Kurdan dê destkefteke mezin be

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha Giştî ya Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ragihand ku ji bo hilbijartinên Iraqê eger Kurd bi yekîtî û bi yek kom neçin Bexdayê dê ziyaneke mezin bibînin.

Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna PDKê ligel YNKê de qet behsa wê yekê nehatiye kirin ku em û YNKê di hilbijartinên Kurdistanê de bi hev re dakevin hilbijartinan, lê ji bo hilbijartinên Iraqê behsa wê yekê tê kirin.”

Goran wiha got: “Bi baweriya min dê hilbijartinên Iraqê di dema xwe de birêve biçin. Sunne daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin ji ber ku gelek xelkê wan koçber in, lê ev pirsgirêk tê çareserkirin û ew koçber dikarin li cihê ku lê ne dengê xwe bidin.”

Berpirsê Dezgeha Giştî ya Hilbijartinan a PDKê tekez kir ku hefteya bê dê Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bicivin û dema hilbijartinên Kurdistan diyar bikin.

Li gorî Xesro Goran, avakirina hevpeymaniyekê di navbera hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê di hilbijartinên Iraqê de destkefteke mezin e, ku hemû alî bi yek komê biçin Bexdayê û dê bi vê riyê xizmeteke mezin bighînin doza gelê Kurd û eger ew yek jî pêk neyê Kurd dê ziyaneke mezin bibînin.

Goran ragihand ku PDKê dixwaze hilbijartin di dema xwe de bên kirin û ew ji hilbijartinan re amade ne.