Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê, Konsulê Giştî yê Tirkiyê ragihand ku welatê wî amade ji bo alîkariya jihevnêzîkirina Hewlêr û Bexdayê û ji bo ku li ser yek maseyê gotûbêjan bikin û nakokiyên xwe çareser bikin.
Şandeke Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê serdana Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê kir û ji aliyê Hakan Karaçay konsulê wê ve hat pêşwazîkirin.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqere de beriya referandumê û piştî referandumê jî kir û tekez kir PDK û Hikûmeta Kurdistanê dixwazin pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi gotûbêjan û di çarçoveya destûrê Iraqê de çareser bibin, lê mixabin Bexda wê yekê naxwaze.
Hoşyar Sîweylî wiha got: “Girîng e rêz li maf û daxwazên gelê Kurdistanê bê girtin û ji bo derbasbûn ji vê qonaxê û bidestanîna aştî û aramiyê, pêwîst e Bexda destûr cîbicî bike û em di wê baweriyê de ne civaka navdewletî û Hikûmeta Tirkiyê û welatên cîran dikarin roleke baştir bibînin di çareserkirina wan pirsgirêkan de.”
Ji aliyê xwe ve, konsulê Tirkiyê hêvî xwest ku pêwendiyên welatê wî ligel Kurdistanê bihêztir bibin û rêyek ji çareserkirina giriftan re bê dîtin. Herwiha tekez kir ku Enqere amade ye hevkar be ji bo jihevnêzîkirina Hewlêr û Bexdayê û ji bo ku herdu alî li ser maseyekê gotûbêjan bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Hakan Karaçay got jî ku welatê wî berdewam tekez dike ku pêwîst e rê li destûrê Iraqê bê girtin û li gorî wî destûrî jî rê li maf û daxwaziyên gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê girtin.