Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Heşda Şeibî heman siyaseta DAIŞê birêve dibe

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand ku DAIŞ û Heşda Şeibî mezintirîn binpêkirin li hemberî mafên mirovan kirine, ku Heşda Şeibî heman siyaseta DAIŞê birêve dibe.

Hoşyar Sîweylî pêşwazî li Berpisa Rêxistina Mafê Mirovan a Almanya Xanim Sîlvya Vêlîng kir. Wê şandê ji bo naskirina rewşa mafê mirovan û qurbaniyên şerê DAIŞê û Heşda Şeibî, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Sîweylî spasiya wê şandê kir li ser karê wan û herwiha spasiya piştgiriya berdewam a Almanya bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Em hêvîdar in Almanya û welatên Hevpeymaniya Navdewletî ku çawa di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge kirin, wiha li hemberî binpêkirinên Hikûmeta Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî jî bêdeng nemînin, ku ew çekdar êrîşên serbazî dikin ser Kurdistanê û destûrê Iraqê jî binpê dikin û herwiha hewla têkdana asayiş û aramiya xelkê Kurdistanê dikin, ku li gund û navçeyên Kurdan jî dest bi proseya bi erebkirinê kirine û xelkê wan navçeyan ji malê wan derdixin. DAIŞ û Heşda Şeibî mezintirîn binpêkirin li hemberî mafê mirovan kirine.”

Wî berpirsê PDKê behsa binpêkirinên li dijî Êzdiyan û Xristiyanan û pêkhateyên din kir, ku piştî dagîrkirina Heşda Şeibî li navçeyên Kurdistanî û nexasim jî li Xurmatû kirine, mîna wêrankirin û şewitandin û destdanîna ser mal û milkê Kurdan û koçberkirina bi hezaran welatî, ku Heşda Şeibî heman siyaseta DAIŞê birêve dibe.

Ji aliyê xwe ve, Xanim Sîlvya hewlên Hikûmeta Kurdistanê ji bo parastina keramet û ol û azadiya mirovan di nava pêkhateyên Kurdistanê de bilind nirxand û got ku tevî şer û kirîzan lê Kurdistanê tevî wan hemû kirîzên siyasî û aborî pêşwazî li nêzîkî 2 milyon koçber kir û jîngeheke aram ji xelkê re pêşkêş kir. Herwiha da zanîn ku Kurdistan mînakeke pêşkeftî ye tevî ku Rojhilata Navîn di nava şer û tundiyê de ye.