Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pispor: Goran û Komel alîkariya nehiştina Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, çûna şandên hizbî bo Bexdayê ziyaneke mezin dighîne Herêma Kurdistanê, ku dijmin hewla perçekirina Kurdistanê didin.

Meşxel Kewlosî Çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna şanda partiyên siyasî ji Kurdistanê bo Bexdayê qet ne di cihê xwe de bû û bi çûna xwe îtîrafê bi hebûna Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê nakin, lê ew nikarin nûneratiya gelê Kurdistanê bikin û tenê li berjewendiyên partiyên xwe digerin û ev yek jî ziyaneke mezin dighîne berjewendiyên bilind ên Kurdistanê.”

Kewlosî wiha got: “Gelê Kurdistanê ew şand erikdar nekiriye ku biçin Bexdayê û bi navê wan biaxivin, ji ber ku Kurdistan xwedî hikûmet û parlamento û dezgehên şeriî ye, ku hikûmet divê wî karî bike û li ser mafê gelê Kurdistanê gotûbêjan bike.”

Wî pisporê siyasî wiha domand: “Pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê li ser wê serdanê lêkolînê bike, ji ber ku dijmin hewl dide hebûna Herêma Kurdistanê nehêle û çûna wê şandê jî xizmeta wan hewlên dijminan dike.”