Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda Kurdistanê encama serdana Bexdayê aşkere kir

Hewlêr-KDP.info- Şanda Herêma Kurdistanê encama serdana xwe ya Bexdayê aşkere kir û ragihand, ku lijneyeke ji Bexdayê ji bo hûrbîniyên mûçeyên karmendên Wezareta Tendirustî û Wezareta Perwerdeyê dê serdana Kurdistanê bike.

Îro pêncşemê li Dîwana Wezareta Plandanan a Iraqa Federal yekem civîna lijneya bilind a hûrbîniyên herdû wezaretên perwerde û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê, bi amadebûna serok û hemû endamên lijneyê hate pêkanîn.

Li gor daxuyaniya du nûnerên Kurdistanê yên di wê lijneyê de, zanyariyên bi hûrgilî yên karmendên herdû wezaretên perwerde û tendirustiyê, li gor sîstema bayometrî, bi temamê mûçeyan û bêyî paşekewt, pêşkêşî serok û endamên lijneyê kirine.

Lijneya Bexdayê, ji endamên herdû wezaretên perwerde û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê re ragihandine, ku di demeke nêz de û bi rêya Lijneya Hunerî û bi hemanhengiya li gel Desteya Çavdêriya Darayî ya Iraqê dest bi hûrbiniya lîsteyan dikin. Piştî pêkanîna çend lijneyên baskên vê lijneyê, ji bo diyarkirina çend mijarên li ser hûrbîniyê, dê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de biryar li ser wê yekê hatiye dayîn, ku "civîn li gor pêwîstiyê, heta dawîhatina hûrbîniyê berdewam bibin û Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî û alîkariyên ji bo gihiştina encameke baş bide ber destan”.