Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, Heşda Şeibî bi alîkariya PKKê destê xwe daniye ser hemû Şingalê û her bi kêfa xwe binpêkirinan dikin û xelk gelekî ji wan dilgiran in.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Şingal bûye cihê hêzên neyasayî û axa Şingalê bi ser xwe de dabeş kirine û bi tememî destê xwe danîne ser Şingalê.”
Xelîl wiha got: “Piştî rizgarkirina Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê, hinek hêzên neyasayî hatin Şingalê, ew jî tenê ji ber ku Şingal navçeyeke stratejîk e û bûye cihê nakokiya aliyên siyasî.”
Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Divê ew hêzên neyasayî û Heşda Şeibî jî ji Şingalê derkevin, ji ber ku Şingal tenê cihê xelkê Şingalê ye.”
Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, Heşda Şeibî jî li Şingalê hêzên xwe kiriye çend beş û hêzên bi navê Lîwaya Hisên, Lîwaya Ebas, Ketîbeya Êzîdxanê, Fewca Laleş û Heşda Mitêwit ava kiriye.
Hêzên PKKê jî navê wan, Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê û Hêzên Parastina Şingalê û Yekîneyên Jinên Azad.