Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDKê Sersal pîroz kir.. Bila cezayên ser gelê Kurdistanê werin rakin

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtboruya PDKê daxwaz dike, fişar û cezayên nerewa yên li ser gelê Kurdistanê werin rakirin û dawî bi krîzan were anîn. PDK bi helkevta hatina sala nû ya zayînî hêvî jî kir, ku sala 2018ê sala kûrbûna tifaq û tebayiya navbera aliyên siyasî be.

Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê di vê peyama xwe de dibêje: “Em hêvî dikin, di sala 2018ê de rewşa zehmet a debara xort û lawên gelê me dawî pê bihê û ew krîzên ku hatine pêşiya gelê me, ber bi çareseriyê ve biçin û Kurdistan bikeve ser rasteriya avedanî û xweşguzeraniyê.”

Derbarê sala 2017ê de, Polîtboruya PDKê herwiha got: “Di vî salî de gelê me di proseyeke demokratîk û rewa û aştîxwazane de deng da çarenivîsa xwe û îradeya xwe anîn ziman, lê belê mixabin ketin ber cezakirineke bi kom, pîlangêrî, dorpêç û şer û êrîşê.”

Bi boneya hatina sala nû ya zayînî jî PDKê di vê peyama xwe de pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê û cîhanê kir û hêvî kir, ku sala nû destpêka bidawîhatina êşên gelê Kurd û bidesthatina hêvî û xweziyên gelê Kurd be.

Polîtboruya PDKê pîrozbahiyeke taybet li malbatên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas jî dike, û tekez dike, ku ew “di çeperên berevaniya li serbilindiya netewa me û parastina destkevtên gel û demokrasiyê de ne.”