Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Îtalya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand û hêvî xwest, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog dest pê bike.

Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni, roja 27ê Berfenbarê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek şand û ragihand, ku welatê wî bi giringî rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dişopîne û got: “Rûbirûbûna terorê dê weke xala me ya hevbeş bimîne. Em ji wê pêngavî gelek razî ne, ku ji aliyê serbazî ve ji bo rizgarkirina bajarên dawîn ên di destê DAIŞê de bûn, hatine avêtin.”

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nameya xwe de Paolo Gentiloni hêvî kiriye, ku diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê di demeke nêzîk de dest pê bike û dibêje: “Li gel civaka navdewletî, em hêvîdar in, ku di çarçoveya Iraqekî yekgirtî, federal û demokratîk de, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, bi awayeke lezgîn diyaloga di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike. Em hemû aliyên siyasî han didin da ku diyalogê bikin û di nava xwe de hevkarê hev bin.”

Gentiloni herwiha dinivîse: “Seqamgîriya navçeyên hatine azadkirin, ji bo vegera malbatên koçber û astengirina gefa terorê faktoreke bingehîn e. Îtalya, ku rahênan û perwerdeya leşkerî dide hêzên çekdarên Iraq û Herêma Kurdistanê, dê di rêza pêş a tekoşîna li dijî terorê de bimîne.”