Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Ti kes nikare Herêma Kurdistanê jinav bibe

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rexne li helwestên Bexdayê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember Herêma Kurdistanê girt û ragihand, kes nikare statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibe, heta eger li Bexdayê jî hin kes bixwazin.

Nêçîrvan Barzanî îro Pênşemî piştî civîna Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê konfranseke rojnamevanî lidar xist û tê de derbarê naveroka civîna Encumena Wezîran û herwiha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Nêçîrvan Barzanî got, wan di civîna xwe ya îro de li ser helwesta hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê û daxuyaniyên nû yên hin rayedarên Iraqê û bi taybet daxuyaniya Serokwezîr Heyder Ebadî bo destpêkirina gotûbêjan nirxandin kir û diyar kir, ku ew helwest nû ya Bexdayê erênî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî got, ew pêşwazî li danûstandineke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi helwesta Cîgirê Serokoamrê Iraqê Nûrî Malikî jî kir û got: “Em pêşwazî li danûstandineke ciddî li gel Bexdayê dikin, û ji bo ku  em bigihîjin çareserkê divê em danûstandineke ciddî bikin. Ji vê nêrînê ve jî em bi rêz ve berê xwe didin helwestên Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî û em bi erênî dibînin.”

Serokwezîr Barzanî rexne li dirêjkirina dema rawestandina geştên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve girt û ragihand, daxistina firokexaneyan weke karteke fişarê bo ser kurdan tê bikaranîn .

Nêçîrvan Barzanî got: “Mixabin Ebadî û hikûmeta Iraqê daxistina firokexaneyan weke karteke fişarê bo ser gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kar tîne. Cihê xemgîniyê ye ku hikûmetek bi daxistina firokexaneyan hevwelatiyên xwe ceza bike.”

Di beşeke din a vê konfransa rojnamevanî de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi siyaseta bierebkirina navçeyên Kurdistanî yên di bin kontrola hêzên Iraqê de kir û nerazîbûna tund a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember dubare destpêkirina proseya bierebkirina sînorê Kerkûkê û navçeyên din aşkere kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi rewşa welatiyên Kurd li navçeya Xurmatoyê kir û rexne li helwestên Heyder Ebadî girt û got: “Ebadî gelek caran dibêje, ku di xema welatiyên Kurdistanê de ye, eger gelek di xema Kurdan de ye, gelo wî ji rewşa Xurmatoyê pirsiye? Pirs kiriye ku li Xurmato qewimiye?”

Nêçîrvan Barzanî herwiha rexne li bikaranîna hin navên din li şûna navê fermî yê Herêma Kurdistanê ji aliyê rayedarên hikûmeta Iraqê ve girt û ragihand: “Navê wê herêmê li gorî Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê ye û bi gotina hin peyvên weke parêzehên bakur û tiştên wisa tiştek ji rewşê naguhere. Ti kes nikare statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibe,eger li Bexdayê bixwazin jî nikarin û Herêma Kurdistanê dê her bimîne.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê daxwazên Bexdayê bo kontrolkirina deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de jî aşkere kir, ku “li ser meseleya deriyên sînorî ew amade ne li gorî Destûra Iraqê tevbigerin.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê bo destpêkirina gotûbêjan û danûstandinan li gel Bexdayê jî nîşan da û got: “Her dema ku Bexda amade be, em bo danûstandinê amade ne.”

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyareke derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de jî diyar kir, ew xwepêşandanê “weke prensîp” qebûl dikin, lê belê “eger bibe sedema têkdana aramiya hevniştimaniyan, divê rê jê were girtin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi şewitandina arîşeveke kevnar li navçeya Koyê bi destê hin xwepêşanderan kir û got: “Arşîvek li Koyê hatiye şewitandin ku temenê wê 300 sal dibû, ew kengê xwepêşandan e, ew têkdan e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser vexwandina Serokwezîra Brîtanya Theresa May bo serdankirina wî welatî jî da zanîn, ku dema serdana me bo Brîtanya hêj nehatiye diyarkirin.

Li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser helwesta Yekgirtûyê bo berdewamîdana bi beşdariyê di kabîneya hikûmetê de û herwiha dest ji kar berdana wezîrê Tevgera Goranê jî axivî.

Nêçîrvan Barzanî got: “Yekgirtû herdem bi berpirsatî bi mijaran re tevgeriyaye , em dê îro bi wan re bicivin û bi hev re gotûbêjê bikin.” Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku nameyên dest ji kar berdana wezîrên Goranê gihîştiye Encumena Wezîran.