Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şêx Ceifer: Heta ew xayin hebin Kurdistan di bin xeterê de ye

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê pêşmerge û endamê Polîtbûroya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje: “Di nava YNKê de grubek heye, ku rêkeftin û hemahengiya wan li gel Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê heye. Weke Kerkûkê dixwazin Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî radest bikin.”

Ceifer Şêx Mistefa wê grûbê weke “Grûba 16ê Cotmehê” bi nav dike û amaje bi wê yekê dike, ku “eger serdema xebata çiya baya dê xiyanetkarên Kerkûkê bihatana îdamkirin!” Bi nêrîna fermandarê pêşmerge, her ew grûb bixwe ji xwepêşandanên li Silêmanî û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê berpirs in.

Fermandarê Pêşmerge û Endamê Polîtbûroya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîkayê re ragihand: “Di nava YNKê de grubek heye, ku rêkeftin û hemahengiya wan li gel Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê heye. Weke Kerkûkê dixwazin Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî radest bikin. Xwepêşandanên di vê dema dawî yên li Silêmanî û derdora wê jî vê grûbê tundî bikar anî ne ku xelkê. Bi vê yekê xwestin hincetekî bidin destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî da ku di bin navê parastina ewlekariya hemwelatiyan werin Silêmanî û Kurdistanê.”

Şêx Ceifer Şêx Mistefa diyar kir; “Karê tundî, şewitandina baregahên partiyan û fermangehên hikûmî ne karê hemwelatiyan e, ku daxwaza meaş û xizmetguzariyan dikin. Ew plangeriyek bû, ku ketine nava xwepêşanderan. Ez wê weke darbeyekî dibînim. Armanca wan têkdana rewşa Kurdistanê bû. Dixwestin artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bînin Silêmaniyê.”

Navborî amaje bi wê yekê kir; “Ew plan ne ya hemwelatiyên asayî bû. Ji ber ku em dizanin berîka xelkê û wan genkan betal e û daxwazên wan rewa ne. Hemwelatiyên asayî alîgirê tundiyê nebûn. Ew ne 2 hezar û 5 hezar kes in. Xelkê nerazî bi sedan hezar kes in û eger ew daketibana kolanan ti hêzekî nedikarî xwe li hember wan bigre.”

Şêx Ceifer beşek ji serkirdeyên YNKê bi dirustkirina navtêdan û kişkişandina nav xwepêşandan tometbar kir û got: “Di nava YNKê de meylek heye, ku hinek alî û herwiha welatên herêmê jî piştgiriya wan dikin, dixwazin artêşa Iraqê bînin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê û xiyaneta Kerkûkê dubare bikin.”

Fermandarê pêşmerge da xuyakirin, ku ji ber vê pozberiya hizbî ya li Başûrê Kurdistanê baweriya wî bi partiyan lawaz bûye û derbarê wê grûba nav YNKê jî got: “Ew li derveyî politburo û serkirdetiya YNKê ne lê desthilata wan we kiriye, ku ji derveyî siyaseta YNKê bi navê YNKê biryarê bidin. Lê ti kes nikare ji wan hesab bipirse.”

Şêx Ceifer wê grûbê weke “xayîn” binav dike û diyar dike: “Heta ew grûba xayîn mabe, li ser Kurdistanê metirsiyeke cidî heye. Çimku bi berdewamî di nava hemahengiyê de ne, ku dixwazin Kurdistanê radest bikin. Dixwazin Kurdistanê û destkeftiyên Kurdan nehêlin.”

Di berdewama axaftinên xwe de Şêx Mistefa got: “Niha jî hêviya me yekrêziya gel û dermankirina birîna ne. Nexwe îro yan sibê emê ji gel re bêjin ka ev grûba xayîn kî ye. Kî ne ew kesên li gel artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di nava hemahengiyê de ne û li bexda û Kerkûkê civînan dikin da ku wan bînin Kurdistanê.”

Endamê Polîtbûroya YNKê da zanîn, ku hemû partî û alî, herwiha Mesûd Barzanî jî dizane ka ew grûba xayin ya di nava YNKê de kî ne. Lê rewşa Kurdistanê ne guncayî ye û serkirdeyên partiyan jî ji bo çareserkirina vê rewşê weke pêwîst nayên pêş ve. Li Kurdistanê curekî valahiyê çêbûye, ku ew grûb dikare bi hemû awayî di nav de zîtikan vedin.”

Ceifer Şêf Mistefa behsa bûyera 16ê Cotmehê ya li Kerkûk û Xurmatoyê jî kir û ragihand: “Sedema hatina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ne giştpirsî bû. Niha jî ji bo serxwebûna Kurdistanê giştpirsiyê bikin ezê ne bi tiliyekê, bi deh tiliyan bêjim erê. Lê Aras Şêx Cengî bixwe ji me re got, ku berevaniyê nekin bila hêzên iraqî werin. Lê me got, em li ser yek bihost axa Kurdistanê sazîşê nakin. Bê berevanî dernakevin. Ew grûba xayînan bûne sedema 16ê Cotmehê. Ew bi xwe j serî ve li dijî giştpirsiyê bûn.”

Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge herwiha got: “Eger rojekê rewşa Kurdistanê aram bibe, dadgehekî nîştîmanî pêk were, bi misogerî divê ev xayîn werin cezakirin. Çimku eger em di serdema çiya de bana, dê ev xayîn bihatana gulebarankirin. Eger Mam Celal jî sax baya dê ew hemû weke xayîn ceza bikirana.”