Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hilbijartinên Iraqê.. Kurd û Sune dê ziyaneke mezin bibînin

Hewlêr-KDP.info- Di hilbijartinên vê carê yê Iraqê de, dê Kurd û Sune ji ber koçberiyê ziyaneke mezin bibînin. Serokê Koma Brayetiyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê jî dibêje, ji ber rewşa niha ya Kerkûk û navçeyên madeya 140 dê kursiyên Kurdan kêm bibin. Herwiha li navçeyên Suneyan jî Şîe nahêlin koçber vegerin ser navçeyên xwe.

Niha di nava Şîeyên Iraqê de hevrikî heye ku kî ji wan zêdetir dijayetiya Kurdistanê bike ji bo ku dengên zêdetir bîne û kursiyê serokwezîr werbigre. Herwiha niha Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî dixwaze sûdê ji nakokiyên di navbera Hewlêr û Heyder Ebadî de bibîne û xwe nêzîkî Kurdan bike.

Kêmtir ji 6 mehan maye ji hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehên Iraqê, lê niha rewş ne guncayî ye ku hilbijartin birêve biçin. Endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê jî dibêje, hilbijartin neyê kirin baş e, ji ber ku ew xelkê ku koçber bûne nikarin di hilbijartinan de beşdar bin.

Serokê Koma Brayetiyê di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî û Şîe li navçeyên Suneyan nahêlin koçberên Sune vegerin ser mal û navçeyên xwe. Li Herêma Kurdistanê jî %50 ji xelkê koçber in. Dema xelk jî ne li cihê xwe bin di hilbijartinan de sextekariyeke mezin tê kirin û cihê navê vala Şîe ji xwe re tije dikin. Lewma jî jibilî Suneyan, hilbijartinên bê yên Iraqê li ser Kurdistanê jî metirsîdar in.”

Kemal wiha got: “Rewşa niha ya Kerkûk û navçeyên madeya 140 ji hilbijartinan re pir xerab e û Kurd nikarin li wir kursiyan bidest bixin. Ji ber ku pir zehmet e Kurd karibin di hilbijartinan de beşdar bibin.”

Mihemed Kemal wiha domand:“ Bila Ebadî baş zanibe vê carê ew gelek dengan bidest nayne û nabe serokwezîrê Iraqê û Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî ji hemûyan zêdetir şansê wî heye ku bibe serokwezîrê Iraqê.”

Derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nesredîn Sindî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha biryar nehatiye stendin ku hilbijartin bên paşxistin, lê wek ku xuya dike, dê bên paşxistin, ji ber rewşa Iraqê neguncayî ye ji hilbijartinan re.”

Sindî wiha got: “Sune dê di van hilbijartina de xwedî ziyana herî mezin bin, piştî wan jî Kurd tên, ji ber ku gelek Kurd koçber bûne û nikarin di hilbijartinan de beşdar bibin, lê Ebadî rijd e ku zû hilbijartinan bike û sûdê ji rewşa Kurdan werbigire û beriya ku koçberên Sune jî vegerin ser navçeyên xwe.”