Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Xristiyanan: Ti hêz û hizrek nikare birayetî û pêkvejiyana me têk bide

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh li Xristiyanan pîroz kir û ragihand ku ti hêz û hizreke tundrew nikare birayetî û pêkvejiyana me têk bide.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya hatina cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh, ez gerimtirîn pîrozbahî pêşkêşî hemû xuşk û birayên xwe yên xweştevî yên Xristiyanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejneke pir bi xweşî û şadî ji wan re dixwazim.

Ligel hatina terorîstên DAIŞê beşeke mezin ji xuşk û birayên me yên Xristiyan ketin ber êrîş û gefan, dest ji mal û halê xwe berdan û berê xwe dan navçeyên aram ên di bin destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Piştî ku Hêzên Pêşmerge jî karîn terorîstan bişkînin û navçeyên Xristiyanan azad bikin û gefa terorîstan dûr bikin, beşek ji wan koçberan vegeriyan ser malên xwe, lê mixabin piştî bûyerên 16 Oktoberê û êrîşa Heşda Şeibî li ser navçeyên Deşta Neynewa, ew Xristiyan careke din koçber bûn.

Hebûna hizra tundrew û cudakarî, vêga di bin çi navî de be, gefeke cidî ye li ser pêkvejiyan û asayiş û aramiyê.

Hebûna wê hejmara mezin ji koçberan li Kurdistan ku ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî ne, belgeh e ji buhayê mezin ji pêkvejiyanê di nava gelê me de û herwiha belge ye ku Hêzên Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li hemû pêkhateyan kirine û Kurdistan jî berdewam penageh û piştevan bûye ji xuşk û birayên Xristiyan û hemû pêkhateyan re.

Em xuşk û birayên Xristiyan piştrast dikin ku li Kurdistanê qet hizra terorê û cudakariya olî û mezhebî cih nagre. Em hemû di mirovatiyê de bira ne û şirîkê hev in û herwiha ti hêz û hizreke tundrew nikare birayetî û pêkvejiyana me têk bide.

Hêvîdar im ev cejin bibe cihê xêr û bexteweriyê bo we û hemû salan hûn cejnên xwe bi aramî û azadî pîroz bikin.

Mesûd Barzanî

25-12-2017”