Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîs: Beşek ji xwepêşanderan tawanbar bûne û hewla şewitandina belgehan dane

Koye-KDP.info- Polîsê Koye eşkere dike ku ew kesên ku di xwepêşandanan de fermangehên hikûmetê şewitandine, beşek ji wan tawanbar bûne û xwestine belge û tawanên xwe bişewitînin.

Di xwepêşandanên Koye û Teqteq de nêzîkî 15 fermangehên hikûmî hatine şewitandin ku piraniya wan xizmetguzarî bûne. Polîsê Koyê jî li gorî vedyo û kamîreyên çavdêriyê dest bi karê lêkolînê kirine.

Rêveberê Polîsê Koye Şoreş Kake tekez dike ku di lêkolînan de derketiye ku xwepêşanderan dixwestin hemû fermangehên hikûmî û hizbî bişewitînin.

Şoreş Kake ji malpera KDP.info re ragihand: “Hinek ji wan kesên ku fermangeh şewitandine, tawanbar bûne û fermana girtina wan hatibû derxistin, wan dixwest bi şewitandina dadgeh û belgehan, ti belgehê li ser xwe nehêlin.”

Yek ji xelkê wê deverê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hinek ji wan xwepêşanderan kadirên kevin ê YNKê bûn, ku sala 2009ê tevlî Goran bûne û niha jî tevlî tevgera nû ya Neweyê Nû bûne.”

Berdevkê Rêveberiya Asayişa Rojhilatê Hewlêr – Koye Adil Yadîn jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî lêkolînên me, Tevgera Goran yek ji wan aliyan bûye ku piştgiriya wan têkderan kiriye”