Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Almanya: Em piştgiriyê li hikûmeteke bihêz li Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn di hevdtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser pêwîstiya hebûna diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de be, kir û ragihand, Berlîn “piştgiriya hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê dike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn îro li Hewlêrê civiyan û derbarê pêşhayên herî dawî yên navçeyê û kêmbûna aloziyên navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de gotûbêj kirin.

Di vê civînê de Nêçîrvan Barzanî û Cyrill Nunn derbarê pêşhatên herêmî û kêmbûna aloziyên navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de gotûbêj kirin.

Cyrill Nunn tekezî li ser pêwîstiya hebûna diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de be, kir û “piştgiriya xwe bo hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Herwiha di hevdîtinê de Balyozê Almanya yê li Iraqê spasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ew barê giran ên li ser milê xwe tehemûl kirine, bi taybet piştî hatina hejmareke gellek mezin a koçber û penaberên destê terorê bo Herêma Kurdistan.

Cyrill Nunn herwiha tekez kir: “Almanya bi rêya rêxistinên nehikûmetî û bi hevrêziya li gel sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser alîkarîkirina koçber û penaberan de berdewam dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê civînê de derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî û hêvî kir, Almanya rola xwe bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bilîze.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihand, “pêwîst e Bexda li gorî Destûrê serederiyê li gel Herêma Kurdistanê bike.”

Serokwezîr Barzanî tekez jî kir, ku divê sedemên çêbûna DAIŞê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve werin çareserkirin, daku careke din tundûtîjî dernekeve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Almanya yê li Iraqê herwiha li ser rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê jî axivîn.