Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mamoste û xwendekar: Helwestên Iraqê nîşan didin ku biryara referandumê pir rast û di cihê xwe de bû

Hewlêr-KDP.info- Mamoste û xwendekarên zanîngehên li Hewlêrê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Iraqê û bo piştgiriya Hêzên Pêşmerge lidar xistin û tê de ragihandin ku gelê Kurdistanê azadîxwaz e û êdî Kurd bindestiyê qebûl nakin.

Di xwepêşandanê de peyama xwepêşanderan hat xwendin û tê de ragihandin: “Em wek xwendekar û mamosteyên zanîngehê li vê de kom bûne ji bo ku em dengê xwe li hemberî axaftinên deselatên Bexdayê yên ku dijayetiya Kurdistanê dikin, bilind bikin. Dema Serokwezîrê Iraqê spasiya hemû hêzên Iraqê dike û amaje bi rol û ked û qehremaniya Pêşmerge nake, nîşana wê yekê ye ku çi hizr û eqliyet li Iraqê deselat e û çawa bi awayekî metirsîdar dijayetiya gelê Kurdistanê tê kirin.

Biryar û helwestên Hikûmeta Iraqê nedestûrî ne û gelê Kurdistanê bi komî ceza dikin. Hêzên leşkerî li dijî me bikar tînin û pere û budceya xelkê Kurdistanê dibirin, ew yek jî li dijî destûrê Iraqê ye û herwiha binpêkirin e ji pêkvejiyan û birayetiyê re. Dema ku Ebadî dijayetiya peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê dike û dijayetiya wê peyama serxwebûnê wek şerê li dijî DAIŞê dibîne, tê wateya ku ew neberpirsyar e û pêwîst e bê cezakirin. Ew sivkatiyê bi dengê aştiyane yê 3 milyon kes dike.

Ebadî nikare wê rastiyê veşêre ku Hêzên Pêşmerge efsaneya DAIŞê şikandin û bûn bergirîkar ji hemû cîhanê re û rê ji nemana DAIŞê re vekir. Azadkirina Mûsilê ji berhema xwîna Pêşmegre bûye, ku Pêşmerge riya ji hêzên Iraqê re vekir ku biçin nava Mûsilê.

Helwesta Serokwezîrê Iraqê di dorpêçkirin û cezakirina bi komî ji gelê Kurdistanê û koçberkirina xelkê Kerkûk û Xurmatû, helwêsteke dijminkarî ye û dûr e ji prensîpên mirovatiyê û heman siyaseta rêjîma Beis e û xerabtir e jî. Hikûmeta Iraqê mîna DAIŞê xelk koçber kirin û tawan li dijî xelkê Kurdistanê kirin û hêj jî berdewam in li ser tawanên xwe.

Em ji Ebadî û yên wek wî re dibêjin ku gelê Kurdistanê gelekî azadîxwaz e û li hember ti zilmekî xwe jidest nade. Êdî neweyên nû fêrî azadiyê bûne û qet bindestiyê qebûl nakin. Helwestên Iraqê yên niha nîşan didin ku biryara gelê Kurdistanê bo referandumê pir rast bû û di cihê xwe de bû.”